Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA — Rapora Kurdpressê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê gihîşt Şamê û bi wî re hevdîtin kir.
Charles Lister diyar kir ku Mazlûm Ebdî jî berê xwe dide Şamê da ku beşdarî vê hevdîtina sêalî bibe. Li gorî gotina Lister, ev hevdîtin hevdem e ligel serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî û tê çaverêkirin ku gotûbêj li ser doza kurdên Sûriyeyê, cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Şam û HSDyê de û paşeroja peywendiyên dewleta Sûriyeyê ligel herêmên kurdnişîn ên bakur û rojhilatê welêt bin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ev nûçe piştrast kir û ragihand ku Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtina ligel Nêçîrvan Barzanî û Ahmed El-Şer’, çûye Şamê. Ev hevdîtina sêalî di demekê de pêk tê ku danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de li ser paşeroja herêmên kurdnişîn û tevlîbûna HSDyê bo nava artêşa dewletê berdewam in.
Çavdêriya Mafên Mirovan tekez kir ku ev serdan bi armanca hevahengiyê ye û berevajî hin îdîayan, ne bi wateya şeqbûna refên kurdan an jî dûrxistina HSDyê ye.
Amadebûna hevdem a Ahmed El-Şer’, Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî li Şamê, dikare wekî yek ji hevdîtinên herî giring ên siyasî yên girêdayî doza kurdên Sûriyeyê piştî guherîna desthilatê li wî welatî were dîtin.
…………
Dawîya Peyam/
Etîket:
#Kurdan #Sûriye #AhmedElŞer #MazlûmKobanî #NêçîrvanBarzanî #HerêmaKurdistanê #Şam
Your Comment